COLEMÊRG – Li taxên Gazî û Yenî yên Colemêrgê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan di dema xwepêşandanên xwe de li gelek deverên taxan agir pêxistin, rê li trafîkê girtin û bi polîsan re pevçûn.
Nerazîbûnên ciwanan her ku diçe mezin dibin û berdewam dikin.



