KOBANÊ – Şervanên QSD ku di girtigeha Eqtan a DAIŞ li Reqayê de bûn, tev şehid û birindar hatin Kobanê.
Bi hezaran gelê Kobanê ji Qada Jina Azad heya rêya Helincê kom bûn ji bo pêşwaziya şervanên QSD, di nav de, gelek malbat ku li benda zarokên xwe bûn.
Gel bi dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana YPG û YPJ” şervanan silav kirin.



