MÊRDÎN – Bi hezaran kes, bi pêşengiya ciwanan, li Mardîn Qoserê ji bo Rojava dimeşin. Bi hezaran ciwan û sivîl li dijî êrîşên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser nirxên demokratîk û azadîxwaziya jinan ên li Rojava hatine afirandin, dadikevin kolanan û meşek girseyî li dar dixin.
Leşker û polîsên ku êrîşî girseya di meşê de kirin rastî berxwedana ciwanan hatin. Hemû kolanên Qoserê veguherî qadên berxwedanê. Nerazîbûn her ku diçe mezin dibin û berdewam dikin.



