FRANSA – Li Marsîlyaya Fransayê, bi deh hezaran kesên ku li dijî kar û dibistanan xwepêşandan dikirin, li Qada Canabiere kom bûn û hewl dan ber bi Walîtiya Marsîlyayê ve bimeşin. Dema ku girseyê gihîşt Walîtiya Marsîlyayê, daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku li ser navê ciwanan hat dayîn, banga beşdarbûna Şoreşa Rojava û seferberiya ji bo parastina destkeftiyên wê kir, û ji hemû ciwanên Ewropî û Kurd xwest ku bala xwe bidin Rojava.
Ciwanên ku digotin ew ê heta sibehê li herêmê bimînin, di kêliya dawî de rastî provokasyona polîsan hatin. Piştî vê yekê, ciwanan kolan veguherandin agir û bi fîşekên hewayî dest bi pevçûnê bi polîsan re kirin. Pevçûn hîn jî berdewam dikin û ciwan biryardarî û hêrsa xwe nîşan didin. Ew dibêjin rewşa şer a ku piştî civîna di navbera hikûmeta Fransayê û Colani de derketiye holê nayê qebûlkirin;
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Me hûn ji DAIŞê parastin û rizgar kirin, û em helwesta we ya li hember vê yekê qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku hûn rûmeta Rojava û gelê Kurd biparêzin.”



