WAN – Li taxa Düzyol a navçeya Tuşba ya Wanê, Ciwanên Welatparêz ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan bi barîkatan û agir ketin û derketina taxê girtin û nehiştin polîs bikevin hundir. Ciwanan bi fîşekên hewayî û kokteylên molotofê bersiv dan hewldanên polîsan ên ketinê û bi vî awayî rê li ber ketina wan girtin.



