KIEL – Li bajarê Kiel ê Almanya, ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê ciwanên Kurd ên li Kielê dijîn ve hat organîzekirin û saet 18:00 li ber Îstasyona trênê ya sereke ya Kielê bi beşdariya bi sedan Kurd û alîgirên wan pêk hat. Xwepêşandan ji aliyê endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ve hat birêvebirin.
Tevî hewaya sar, xwepêşandanê ku beşdariyeke berfireh dît, êrîşên li ser Rojava bi tundî şermezar kir û bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî. Di tevahiya xwepêşandanê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Rojava ne bi tenê ye” hatin qîrkirin. Xwepêşanderan bi taybetî li dijî terikandina Rojava ji aliyê hêzên koalîsyonê ve nerazîbûn nîşan dan û tekez kirin ku ev helwest êrîşan teşwîq kiriye.
Di xwepêşandanê de, polîsên Alman diyar kirin ku alên YPG û PYD qedexe ne û bi zorê dest danîn ser wan. Tevî vê yekê jî, girseyê bi dirûşme û axaftinan nerazîbûna xwe bi tundî nîşan da.
Di tevahiya xwepêşandanê de, dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî QSD” û “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Van dirûşmeyan piştgiriya kevneşopiya berxwedanê ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li Rojava tekez kirin.



