AMED – Li navçeya Bismilê ya Amed, Ciwanên Welatparêz tevahiya şevê li dijî êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava xwepêşandan kirin. Ciwanên Welatparêz li gelek deverên navçeyê daketin kolanan, agir pêxistin, rê li trafîkê girtin, bi polîsan re pevçûn û nehiştin ku polîs bikevin taxan.



