BERLÎN – Li Berlîna paytexta Almanya, bi hezaran kes di bin pêşengiya TCŞ, Meclîsa Jinan a Des-dan Hêvî û Nav-Berlîn de piştî bangên seferberiyê li dijî êrîşên dagirker meşiyan.
Berî destpêkirina meşê, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurd deqeyek rêzgirtî hat girtin. Piştî vê yekê, siyasetmedar Faysal Sarıyıldız gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku gelê Kurd dê têkoşîna xwe bê navber bidomîne.
Girseya ku li Deriyê Brandenburgê kom bû, bi qîrîna dirûşmeyên wekî “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi heybet ber bi Alexanderplatzê ve meşiya.



