BERN – Li Berna Swîsreyê, di çarçoveya çalakiyekê de ku ji aliyê koma Riseup4Rojava ve hatiye organîzekirin, bi beşdariyeke xurt a gelê Kurdistanê meşek hat lidarxistin.
Kurd û alîgirên wan li îstasyona trênê ya Bernê kom bûn û tevlî Meclîsa Ciwanan û endamên Meclîsa Giştî ya Bernê bûn ku rojek berê dest bi çalakiya nobedariyê kiribûn û çalakiya wan silav kirin.
Piştî demek kurt li bendê man, Ciwanên Welatparêz û ciwanên enternasyonalîst di navenda bajêr re meşiyan, lê dema ku hewl dan ber bi Konsolosa Tirkiyeyê ve bimeşin rastî berxwedana polîsan hatin. Polîsan li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj, bombeyên deng û guleyên lastîkî bikar anîn. Tevî ku hemû xalên ketin û derketinê hatibûn astengkirin jî, xwepêşanderan bi biryardariyek mezin, bi fîşekên hewayî û meşaleyan, meşa xwe domandin.
Piştî meşek dijwar a bi qasî sê saetan, bi dirûşmeyan, girse gihîşt cihê ku li ber avahiya Parlamentoya Bernê çalakiya nobeda Rojava lê dihat lidarxistin. Xwepêşandan bi muzîk û dirûşmeyan bi dawî bû û hat tekez kirin ku heta ku êrîş bi dawî bibin, çalakî wê şev û roj bidome.



