NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwedan bi dengekî qeykirî ku Navenda Ragihandinê ya QSDˊê parve kiriye got bûyerên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin, ji 6ˊê Çileyê ve li dijî gelê dest pê kirin û ev qonaxa heyî destpêka qonaxeke nû ya berxwedanê ye, di serî de “Berxwedana Kobanê ya duyemîn”.
(fr)
Berxwedan got QSDˊê gelek caran bi rêya diyalogê hewl da pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike, lê dijimên Kurd û mirovahiyê hewl da destkeftiyên gelê Kurd hedef bigirin û hêviyên wan têk bibin.
Berxwedan destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmên Cizîrê û Kobanê bi armanca rê li pêş hêviyên gel bigirin û wî ji azadiyê mehrûm bikin e. Berxwdan anî ziman ku îro li tevahî eniyan berxwedan dewam dike û qonaxa nû temsîla “berxwedana Kobanê ya duyemîn” dike.
Berxwedan da zanîn ku Kobanê xaka bav û kalan e û gel dev jê bernade. Berxwedan bang kir ku li kêlek şervanên xwe bisekinin û bi hemû rê û rêbazan şervanên YPJ, YPG û QSDˊê dê parastina herêmê bikin.
Berxwedan di dawiyê de got ev ceng cenga tevahî civakê ye û got hêzên herêmê derbasî qonaxeke nû bûn ku dê bi hemû rê û rêbazan parastinê bikin. Wê berxwedana dijmin matmayî bike û hewldanên wan têk bibin.
ANHA



