NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku piştî êrîşên HTŞ kontrola Zindana Şedadê, ku tenê du kîlometreyan dûrî baregeheke Hevpeymaniya Navneteweyî ye û endamên DAIŞê lê tên girtin, ji dest dane.
Navenda Çapemeniyê ya QSDê derbarê êrîşên komên girêdayî HTŞ ê li ser Zindana Şedadê, ku endamên DAIŞê lê tên girtin, daxuyaniyek weşand.
QSDê diyar kir ku êrîşên li ser Zindana Şedadê di saetên sibehê de dest pê kirine û got, “Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li hember van êrîşan li ber xwe dan û gelek caran ew paşve xistin. Ji bo ku felaketek çênebe, bi dehan şehîd û birîndar dan. Tevî ku Zindana Şedadê tenê du kîlometreyan dûrî baregeha hevpeymaniya navneteweyî ya li herêmê ye jî, tevî bangên dubarekirî jî baregehê mudaxele nekir. Em ji raya giştî re piştrast dikin ku Zindana Şedadê niha li derveyî kontrola hêzên me ye.”



