MÊRSÎN – Li taxa Yenîpazar a navçeya Akdenîzê ya Mersînê, nerazîbûnên Ciwanên Welatparêz ên li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava îro jî berdewam kirin. Ev nerazîbûnên ku her ku diçûn girseyîtir dibûn, îro jî bi pevçûnên dijwar ên di navbera Ciwanên Welatparêz û polîsan de berdewam kirin.
Polîsan tax dorpêç kirine, bêserûber guleyan li ser malan û ciwanan dibarînin, û ciwan jî bi kokteylên molotof, teqemeniyên destçêkirî û fîşekên hewayî bersivê didin êrîşên polîsan.
Çalakiyên ciwanan her ku diçe berfirehtir dibin.



