QAMÎŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamîşloyê li dijî êrîşên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam), DAIŞ û dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kolanan çalakiyên nobetê dest pê kirin. Ciwanan biryardariya xwe ya parastina axa xwe ya li herêmê nîşan dan û peyama berxwedanê li dijî êrîşan şandin.
Endamên Komîteya Parastinê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, “Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.” Berxwedana ku ciwanan nîşan dane ji bo gelê herêmê bûye çavkaniya moralê û her wiha bûye sembola berxwedana herêmî li dijî destwerdanên derve.


