NAVENDA NÛÇEYAN- Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Xwepêşandanên gelên Îranê, li 619 navçe, 187 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 55 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.
Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin û dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.
Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 115 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.
Herwiha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hîn jî înternet û xetên peywendiyan têne qutkirin. Tevî vêjî hêzên rejîmê di avêje ser malên ku xwedî xetên peywendiyanin.
Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, bi dehan malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendan dikin, nerazîbûnên xwe nîşanî rayedaran dane.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 21 rojan de 22 hezar û 123 xwepêşander hatine binçavkirin.
Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 3 hezar û 906 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 19 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha nêzî 3 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.



