DRANCY – Li Drancy ya Fransayê, Kurd bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd meşiyan.
Meşa ku li ber Şaredariya Drancy hate lidarxistin, saet 19:00 dest pê kir. Piştî meşê, endamên TCŞ li ber avahiya şaredariyê axaftin kirin. Di axaftinan de;
“Em bi ti awayî êrîşên li dijî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd qebûl nakin, û hedefgirtina sivîlan nayê qebûlkirin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember van êrîşan hesasiyet nîşan bidin.”
Meşa ku piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedaî Rêber APO’ne” bi dawî bû.



