MARSÎLYA – Li gelek navendên Ewropayê, ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê xwepêşandanên xwe didomînin. Di saetên êvarê de, li gelek bajarên Ewropayê ciwan daketin kolanan û daxwaza rawestandina êrîşên li ser Rojava kirin. Bi sedan ciwan, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), herikîn meydanan.



