WAN- Ciwanên Welatparêz li gelek navçe û taxên Wanê daketin kolanan û heta derengiya şevê çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakiyên protestoyî, ku bi armanca şermezarkirina komkujiyên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li dijî Heleb û Rojava hatine kirin, roj bi roj belav dibin û mezin dibin.



