QOSER- Li taxa Pîrekêt a navçeya Mardîn Qoserê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan bi dirûşmeyan, fîşekên hewayî, agir û barîkatan rêyan ji trafîkê re girtin.
Xwepêşandan her ku diçe mezin dibin û berdewam dikin.



