AMED- Li navçeya Yenîşehîr a Amed, bi pêşengiya ciwanan, li dijî komkujiyên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Ciwanên ku li ber Navenda Kongreyê ya Çand Amed kom bûbûn, polîsên faşîst êrîş kirin.
Polîsan êrîşî ciwanên ku dixwestin meşê li dar bixin kirin û gelek ji wan binçav kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û sloganên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Ciwan Fedaiyeyen Rêber Apo ne” û “Bijî Serok Apo” bersiv dan êrîşan û li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan.



