QAMİŞLO – Îro li Qamişlo Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz yên Sûrîyeyê û Zanîngeha Rojava meşekê ji bo piştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd lidarxistin.
Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz jî Zanîngeha Rojava heta dewara Yûsif Gulo meşiyan. Xwendekar alên Asayîş hildan û sloganên ji bo piştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd avêtin.
Endeamê Xwendekarên Welatparêz Ayan Kobanê li ajansa me re axifî û got; berxwedana gelê Şêx Meqsûd silav dikin. Her wiha Ayan Kobanê di axaftina xwe de jî bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî sûcên hikûmeta veguhêz li Şêx Meqsûdê şermezarkir.
Meşa xwendekaran tevlî pêşwazîkirina birîndaran û karavana gel ku diçû Dêr Hafir bû.



