ŞENGAL- Gelê Şengalê, li Dewreya Yermûk a Şengalê wêneyên zarok, kal û jinên birîndar ji Helebê hildan qetlîama ku te li dar xistin şermezar kirin. Bi vê çalakiyê, gele Şengalê dixwaze bal bikşîne ser berxwedana ku ev e bi rojan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê meşandin. Gelê Şengalê di ferqê de ye ku ew şervanên ku di sala 2014an de li dijî çeteyên hov ên DAEŞê li ber xwe dan di roja me ya îro jî dîsa, li Helebê şerê hebûn û azadiyê didine meşandin.



