NAVENDA NÛÇEYAN- Nasname ya Fermandarê berxwedana Helebê hat ragihandin.
Daxûyanî wiha ye;
Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr)ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya
Hundirîn de cih digirt bi ruhekî fedayî têkoşiya û di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de di 10’ê Çileya 2026’an de gihaştin şahadetê.
Di şexsê fermandarên me Ziyad Heleb de, em hemû şehîdên xwe yên
berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên
canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her
cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi
alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk
anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi
têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin
rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku
derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van
êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin. Bi pisporî û
ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb ji kêliyên destpêkê ve
pêşengiya şer û berxwedaniyê kirin. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil
têkoşiyan û bûne çavkaniya moral û berxwedaniyê. Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper
digeriyan û bi şervanên xwe re şer pêşwazî kirin. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx
Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Heta kêliya dawî ya
berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me bûne mertal. Li hemberî
siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe
tacîdar kirin.
Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandariê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di sala
1988’an de li Efrînê jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de
mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber
van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.
Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, di nav refên YPG’ê de ji
bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û
2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember
van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van
berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de
tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal
diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû
êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.
Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe
pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de
pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve
pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî
girêdayî bû.
Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta
fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê.
Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk
anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî fedayî beşdarî xebatan bû.
Fermandar me yê Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên xwe yên dîrokî
anîbû ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin.
Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re di
nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî
berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em gelê xwe biparêzin û
nehêlin kes wan zilm bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê
daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê
ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me
bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyê gel e. Em li vir, rumet û hebûna
gelê Kurd diparêzin. ‘‘
Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin
nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî
li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe, di berxwedana Şêx
Meqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê
ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.
Fermandar Ziyad, heta dîroka 10ê Çileya 2026an ango heta roja gihaşt şahadetê jî bi
fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bû
sembola têkoşînê.
Ji ber şehadeta fermandarên me Ziyad Heleb em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê herdû fermandarên
xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.
Nasnav: Ziyad Heleb
Nav û Paşnav: Ziyad Qedûr
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Zeim
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026
–



