NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine wergirtin, balafirên keşfê yên tîpa Bayraktar ên dewleta Tirk bi awayekî dijwar taxa Şêxmeqsûd bombebaran dikin.
Çeteyên hikumeta demkî bi piştgiriya balafirên dewleta Tirk hewl didin bi pêş de biçin.
Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina taxa Şêxmeqsûdê bi awayekî fedaiyane berdewam dike.
Gel ji bo xwedîderketina li birîndaran ber bi Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ve dimeşe.



