KOLN – Li Koln a Almanya, Kurdan, bi pêşengiya endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ , êrîşên HTŞ û milîsên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Mîtînga ku ji aliyê Endamên Ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin, saet di 19:00 de li ber Îstasyona Trenê ya Navendî bi deqeyek rêz girtin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd sivîlan hedef digirin. Hate diyarkirin ku ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 9 sivîl hatine kuştin û zêdetirî 55 kes birîndar bûne û tax di bin dorpêça leşkerî de ne.



