STENBOL – Girseya ku di bin pêşengiya DEKUPê de li Qada Şîşhaneyê kom bû, êrîşên li ser Helebê protesto kir û peyamên hevgirtin û têkoşînê bi Rojava re şandin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li Meydana Şîşhane ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê, ji bo protestokirina êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, çalekiyek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina nirxên mirovahiye, Rojava wijdan e, azadî ye, teslîm nabe” hat vekirin û dirûşmeyên wekî “HTŞya kujer, hevkar AKP”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî hevgirtina şoreşgerî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Şexmeqsûd”, “Bijî şoreşa me ya Rojava” û “HTŞya terorîst, ji Kurdistanê derkeve” pir caran hatin berzkirin. Nûnerên gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl, her wiha Endama Parlamentoya Stenbolê ya Partiya DEMê Kezban Konukçu û Tevgera Jinên Azad beşdarî çalakiyê bûn.



