WAN – Li Wanê, endamên Meclîsa Ciwanên Partiya DEMê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daketin kolanan û êrîş bi meşekê şermezar kirin.
Meclîsa Ciwanan êrîşên milîsên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zad ên Helebê protesto kirin.
Di tevahiya meşê de, girseyê dirûşmeyên wekî “Rojava biparêzin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana QSD” qîr kirin.
ELÎH
Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya DEMê jî li Elîhê bi heman armancê xwepêşandan li dar xistin. Ciwanan, ku di xwepêşandana xwe de fîşekên hewayî bi kar anîn, daxwaza rawestandina êrîşên dagirkeriyê kirin.
Ciwanan bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşan nîşan dan.
NC // Cîger Goyî



