MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê meşek li dar xistin.
Êvarê, ciwan li Meydana Belle de Mai ya Marsîlyayê kom bûn da ku êrîşên ku ji aliyê HTS û SMO ve li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine destpêkirin şermezar bikin.
Di tevahiya meşê de, ku ji Meydana Belle de Mai dest pê kir û ber bi Parka Terrasse ve berdewam kir, gelek caran dirûşmeyên wekî “Gelê Rojava ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Helebê” hatin berzkirin.



