TEBQA – Îro, li Stadyuma Ciwanên Şoreşger a Kantona Tebkayê, zarokên Efrîn û Şehbayê li hev civiyan û nameyên hestiyar ji Rêber APO re nivîsandin. Di nameyên xwe de, zarokan peyamên evînê ragihandin û hêviyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo parve kirin.
Bi rêya nameyên xwe, zarokan ramanên xwe yên ji dil anîn ziman, lê di heman demê de xwesteka xwe ya ji bo azadî û aştiyê jî diyar kirin.




