NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên herêmî ji gundewarê Humsê ragihand ku komên hikumeta veguhêz hejmarek ciwan li nêzî bajarokê Şîn ê gundewarê rojavayê Humsê girtin û bêyî tu zelalkirinên fermî yan jî tawanên li dijî wan, ew ciwan ber bi aliyên lêpirsînê ve birin.
Li hember vê bûyerê şêniyan hêrs, bertek û metirsiyên xwe der barê aqûbeta girtiyan de nîşan dan, nemaze jî li gel nebûna tu agahiyên piştrast li ser rewşa wan an jî cihê girtina wan.



