NAVENDA NÛÇEYAN- Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol piştî 2 meh û 17 rojên di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da. Aykol,di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de dihat dermankirin.



