QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîr, li navenda çand û hûnerê ya Mihemed Şêxô a li bajarê Qamişlo, di çerçoveya kampanyaya “Kom Bibe” de, din bin diruşmeya “Kom Bibe, Bi Manîfesto Re Jiyana Komînal Ava Bike û Rêber APO Azad Bike” konferansa Jin û Rêbertî lidarxist.
Konferans bi amadebûna 150 jinên ciwan ji delegeyan xwendekar, nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Akademiya Jineolojî hate destpêkirin.
Li ser vê esasê Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Ji bo diwanê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîr Nûra Ceilo, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj, Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bajarê Hesekê Berfin Çiya hatin hilbijartin.
Piştî vê perspektîfa Rêber APO di derbarê rola jinên ciwan di civakê de ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bajarê Hesekê Şam El-Zên ve hate xwendin.
Her wiha berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj ser wate û girîngiya rojê axivî û xerhatina beşdaran kir. Bêrîtan Roj diyar kir ku divê jinên ciwan bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde bikin, bi vê rengî rêxistinbûyina xwe xurt bikin û bi li her derê komînan ava bikin. Berîtan Roj axaftina xwe wiha berdewam kir; “Ancex bi jiyanek komînal û fêmkirina rast ya manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk re dikarin xwedî pêvajoya ku Rêber APO daye destpêkirin derbikevin. Hemû jinên cihanê divê manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber APO ji bo xwe esas bigirin. “
Piştî axaftina Bêrîtan Roj li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan. Endama Akademiya Jineolojî Şarezad Osman jî axivî û destnişan kir ku divê jinên ciwan bi felsfeya Rêber APO xebatên xwe xurttir dikin. Şarezad Osman diyar kir ku îro bi pêşengtiya ciwan û jinên ciwan li tevahî cihanê de berxwedanek behempa tê meşandin. Bi taybet li hemberî polîtîkayên qirêj jinên ciwan bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde û têkoşîn dikin.
Piştî axaftinan derbarê girêdana Jin û Rêber APO sinevzîyonek hat pêşandan.
Piştê sinevîzyonê beşdaran nirxandinên û nêrînên xwe anîn ser zîman û bi taybet diyar kirin ku jin û jinên ciwan divê li hemberî hişmendiya zilamê serdest bi îrade bin û jiyana azad ya komînal ava bikin.
Di dawiya Konferansa Jin û Rêbertî de daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em weke jinên ciwan dê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakiyan li dar bixin, li ser felsefeya Rêber APO têkoşîna xwe berdewam bikin.
Di dawî de nûnerên ji pêkhateyên Ermen ku tevlî Konferansa Jin û Rêbertî bûn pêşandana xwe ya çandî pêşkeşkirin.
Her wiha di Konferansê de Bêrîtan Roj, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şeza Hesen, Hevseroka Meclîsa Ciwanan ya PYD nirxandina xwe ji bo vê konferansê anî ser zîman.



