QAMİŞLO – Qamişlo Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Cîzîrê li Qamişlo komxebateke derbare koçberî û helwesta ciwanan li hemberî vê lidarxist.
Îro ciwanên Qamişlo li navenda PYD a taxa Kornîşê kombûne û beşdarî komxebata Desteya Ciwanan û Werzîşê derbare koçberiyê bûne. Komxebat di bin slogana ”Koçberkirina Ciwanan Şerekî taybet e, armanca wê valakirina herêmê û guhertina demografiya xwecîhî” pêkhatiye.
Di destpêka komxebatê de çavkaniya koçberiyê û koçberkirinê wek amûrê şerê taybet li Rojhilata Navîn û li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî hat nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku valakirina herêmê û avakirina demografiyekê li gor xwe rêbazekê metînkar û di dîrokê de di gelek welatên ku di bin dagirkerî da bûn hat bikaranîn.
Pistre ciwan derbare banga Rêber Apo ku ji ciwanan derve Kurdistanê re banga vegera welat kiribû hat nîqaşkirin. Besşdarvanên komxebatê dan diyarkirin ku avakirina welatê xwe pêşxistina civaka xwe û ser xaka xwe jiyankirin pîvanan esasî ya welatparêzî ne. Di vî aliyê de bang li ciwanan derve welat hat kirin ku bên û welatê xwe pêşbixin û avabikin. Hemwextî hat diyarkirin ku rêxistinkirina ciwanan û berpirsyariya welatê xwe û civaka xwe ji bo pêşîgirtina koçberiyê esas e.

