Stenbol- Yekîneyên YCWK Stenbolê di daxuyaniyek nivîskî de ragihandin ku wan belgeya rapora siyasî ya ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo Kongreya 12emîn a PKK ê şandiye li navçeyên Arnavutkoy, Bagcılar, Başakşehîr, Beyoglu, Esenyurt û Kagıthane yên Stenbolê hat belavkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên me yên YCWK Stenbolê belgeya rapora siyasî ya ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo Kongreya 12emîn a PKK ê şandiye li navçeyên Arnavutköy, Bağcılar, Başakşehir, Beyoğlu, Esenyurt û Kağıthane hat belavkirin.
Belgeya rapora siyasî, ku me li hemû beşên gelê xwe yê welatparêz belav kiriye, dê ronî bike ser têgihîştin û pêkanîna rast a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.
Em diyar dikin ku xebat û têkoşîna me dê berdewam bike heya ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê bi ser bikeve, û em hemû ciwanên welatparêz vedixwînin ku bi awayekî çalaktir beşdarî avakirina Civaka Demokratîk bibin.
Bijî Rêber Apo!


