MAXMÛR- Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Tevgera Ciwanên Maxmûr kongreya xwe pêk tînin.
Salona kongrê bi posterên Rêber Apo, Şehid Kurtay Feraşîn, fermandarên ciwanan û kadroyên pêşeng hate amadekirin. Kongre bi slogana ‘Bi Rihê Ciwanèn Apoyî Emê Banga Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin’ pêk tê. Kongre bi tevlîbûna 200 delege pêk tê. Her wekîdin ji Şengalê jî ciwan tevli kongrê bûn. Axaftina vekirinê ji milê hevberdevkê TCM Sîpan Yaman ve hate kirin. Piştî axaftina destpêkê dîwan hat hilbijartin û kongre destpêkir.



