NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Til Brakê bi hevkariya Buroya li dijî Madeyên Hişbir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Rêveberiya Dibistanan, ji pêkanîna kampanyayên hişyariyê di nava ciwanan de komîteyeke hevbeş ava kir. Armanca kampanyayê kêmkirina xetereyên karanîna madeyên hişbir e.
Komîte bernameyekê amade dike ku di çend hefteyên pêş de rûniştinên diyalogê ji bo dê û bavan bi rêya komînan li dar bixe, her wiha dê vîdeoyên hişyariyê yên ku çîrok û ezmûnên rastîn ên kesên ku ji madeyên hişbir xelas bûne vedibêjin, werin pêşandan, li kolan û bazaran belavok werin belavkirin, ji bilî lidarxistina çalakiyên werzîşî û çandî.
Her wiha dê kesên oldar û rûspiyên civakê jî tev li kampanyayên hişyarkirinê bibin.



