NAVENDA NÛÇEYAN- MKGê di rapora xwe ya meha mijdarê de diyar kir ku di Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe û got: “Di hefteya mafên mirovan de jî zextên li dijî çapemeniyê dewam kirin.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha mijdarê aşkere kir. MKGê di rapora xwe de ragihand ku daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zextên li ser rojnamevanan dewam dikin, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî ‘rîskên normal ên pîşeyê’ bên normalîzekirin û hat gotin: “Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.”
Berdewama raporê bi vî rengî ye:
“Di 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe. Mafê îfade û agahdariyê ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin. Ev rewş Hefteya Mafên Mirovan, ji bo çareseriyên derbarê ewlehî û azadiya rojnamevanan û mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê de, bangeke lezgîn dike.
Ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî bi gefan re rû bi rû dimînin.
Di meha mijdarê wêneyekî zextên berdewam û her ku diçe berbiçav ên li ser rojnamevanan aşkere bû. Binpêkirinên mafên mirovan ên ku di tevahiya mehê de hatine jiyîn nîşan dan ku rojnamevan hem di pêvajoyên dadwerî de û hem jî di pratîkên meydanî de hîn jî dibin hedef. Bi taybetî di demên aloziya siyasî de, rapor û parvekirina rojnamevanan pir caran weke sûc tê hesibandin; ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin.
Yek ji sernavên herî berbiçav ên vê mehê zêdebûna girîng a zextê ya li ser azadiya ramanê bû. Lêpirsînên nû li dijî gelek rojnamevanan hatine destpêkirin û meyla cezakirinê di dozên heyî de jî berdewam kiriye. Heta bîranîna rojnamevanên ku di êrîşên SÎHAyan de hatine qetilkirin jî bû mînaka darizandinê. Ev mînakek berbiçav e ku çawa rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Azadiya çapemeniyê hîn jî mijarek sereke ye ku ji hêla tohmetên li dijî rojnamevanan ve tê kirin, dibe hedef.
Gefên li ser ewlehiya rojnamevanan jî cûr bi cûr dibin
Di heman demê de, gefên li ser ewlehiya rojnamevanan jî cûr bi cûr dibin. Gefên kuştinê yên li Qibrisê li derhênera weşanxaneyê hatine xwarin, careke din asta xeternak a zêdebûna belavbûna gotinên nefretê û peyamên destdirêjiyê yên di qadên dîjîtal de, raxist pêş çavan. Şîdeta dîjîtal êdî îstîsnaî nîne; ew bûye amûrek zordariyê ya birêkûpêk. Her çend bêewlehî, mobîng û cudakariya ku rojnamevan di jiyana xwe ya kar de pê re rû bi rû dimînin pir caran nayên dîtin jî, ew wekî qadeke din a binpêkirinê dimînin ku bandorek cidî li ser çalakiyên wan ên pîşeyî dike.
Em ê mirina biguman a Dîlan Karamanê ji nêz ve bişopînin
Mirina biguman a Dîlan Karaman a di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtiye û serdemekê xebatên rojnamegeriyê kiriye, ne tenê xemgîniyeke kûr e, di heman demê de gefên sîstematîk ên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî derxist holê. Em bawer dikin ku lêpirsîna mirina Dîlan Karaman dê zû bi encam bibe û rastî dê were eşkerekirin. Em ê ji nêz ve bişopînin.
Daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zextên li ser rojnamevanan dewam dikin, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî ‘rîskên normal ên pîşeyî’ bên normalîzekirin. Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.”

