NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nûçeyek li ser malpera xwe weşand. Di nûçeyê de hate gotin, 30 şervan piştî ku dewreya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Reyan Hecîn a kantona Dêrazorê bi dawî kir, tev li QSD’ê bûn.
Li gorî nûçeyê, dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Eymen ji bo gihandina fermandaran hatibû vekirin. Hate diyarkirin di dewreyê de perwerdeyên li ser pisporiya fermandariyê û rêvebirina şeran, her wiha perwerdeyên rêxistinî û meydanî yên ji bo bilindkirina asta amadebaşiya hêzan û pêşxistina wan hatin dîtin.
Navendê di nûçeyê de da zanîn ku duh (7 Kanûn) merasîma qedandina dewreyê bi beşdariya nûnerên QSD’ê û hejmareke fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê pêk hat.
Li gorî nûçeyê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî Xelîl di merasîmê de axivî û qedandina dewreyê li şervanan pîroz kir. Xelîl bal kişand ser hevgirtina QSD’ê û amadebûna wan a daîmî ji bo parastina herêmê. Xelîl her wiha anî ziman ku li dijî rageşiyan divê her timî asta fermandar û şervanan were pêşxistin.
Di dawiya merasîmê de şervanên nû sonda leşkerî xwar.

