Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

Edîtor: Nucan Serdoz
07/12/2025 - 20:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 3 mins read
A A
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya DEM Partî li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar xist, bi dawî bû. Konferans bi axaftinên Parlamentera Îtalyayê Francesca Girra û Hevseroka Partiya Volt a Îtalyayê Daniela Patti bi dawî bû.

Francesca Girra ev tişt got: “Ez dixwazim piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd û rêzdar Ocalan re dubare bikim û hêvî dikim ku ew di demeke nêz de bi rastî azad bibe. Salek berê, ligel şandeyek navneteweyî li Stenbol û Enqereyê bûm da ku daxwaza me ya serdanê bigihînim Wezareta Dadê. Dîsa di Tîrmehê de ji bo dubarekirina vê daxwazê li vir bûm, lê me encam negirt. Lêbelê, ez difikirim ku ji meha borî ve tişt bi rastî guherîne. Wekî ku peyamên ji me re hatine şandin jî îspat dikin, êdî her çend qismî be jî ne di tecrîdê de ye, lê cezayên girtîgehê yên wî û hemû girtiyên siyasî binpêkirinên mezin ên mafên mirovan in.”

‘DIVÊ EM AZADIYA WÎ BI DENGÊ BILINDTIR BIQIÎRIN’

Francesca Girra wiha pê de çû: “Niha divê em li Tirkiyeyê û li hemû welatên din ên cîhanê, soza xwe ya rastîn a ji bo aştî û demokrasiyê destnîşan bikin. Rojhilata Navîn di nava şer de ye, li Xezeyê qirkirin didome, bi ya min Ocalan di warê aştî, demokrasî, ekolojî, femînîzm û sosyalîzmê de peyamek şoreşgerî da. Tevî ku 26 sal in di girtîgehê de ye, bi ya min ev tiştek pir hêja û ronakbîr e. Di vê Sibatê de got divê PKK bê fesixkirin, ev mînakek mezin a cesaretê bû. Niha divê hemû welat wî bişopîne, piştgiriyê bide wî û piştgiriyê bide gelê Kurd. Ji bo em li her derê aştî û demokrasiyê bi dest bixin, divê em daxwaza azadiya girtiyê siyasî rêzdar Ocalan bi dengê bilind berdewam bikin.”

‘EM JI BO GOTINÊN OCALAN BIBIN WELATÊ XWE HATIN’

Hevseroka Partiya Volt a Îtalyayê Daniela Patti diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo dikare ji krîza Ewropayê re jî bibe pêşeng û wiha got: “Wek şandeya navneteweyî, em ên ku li vir di rêza pêş de rûniştine, em li vir in da ku piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Kurd nîşan bidin, lê heke rastî bê gotin, em li vir in da ku ji we îlhamê jî bigirin. Em li vir in da ku hêza gotinên rêzdar Ocalan bibin welatê xwe. Di vê rewşê de, tişta ku em li Ewropayê dibînin ew e ku tevgera konfederalîzma demokratîk ji bo me gelek girîng e; ji ber ku ev tê wateya derbaskirina netewe dewletan, vegerandina beşdariyê û vegera li cewherê. ”

DÊ ENCAMNAME BÊ AMADEKIRIN

Konferans piştî axaftinan bi dawî bû. Hat diyarkirin ku piştî berhevkirina notên li konferansê hatine girtin dê encamnameyek bê amadekirin û piştî du rojan bi raya giştî re bê parvekirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Nivîsa Pêş

Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

Semînera "Vegera Welat" ji TCŞ Stuttgart

HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

HPG-NRÇ'ê Şehîdên Sala 2024'an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.