NAVENDA NÛÇEYAN- Du jinên ciwan li Wan û Amed di bin şert û mercên gumanbar de di malên xwe de mirî hatin dîtin.
Türkan Türkoğlu ya 19 salî, li navçeya Erdîşê ya Wanê, û Özge Salman a 26 salî, li Amed, di bin şert û mercên gumanbar de di malên xwe de mirî hatin dîtin.
Türkan Türkoğlu ya nozdeh salî, ku li navçeya Ercîşa Wanê bi malbata xwe re dijiya, roja borî di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî ku ji aliyê malbata wê ve hat dîtin, Türkan Türkoğlu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercîşê û mirina wê hat ragihandin. Ji bo Türkan Türkoğlu li bajarê wê Ercîşê sersaxî hat xwestin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Özge Salman, Alîkara Diranan a Zanîngeha Dîcleyê ya 26 salî ku li taxa Dîclekent a navçeya Kayapinar a Amed dijî, di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe mirî hat dîtin. Hevalên wê, ku ji duh ve nekarîn bi wê re têkilî daynin, îro sibehê dema ku çûn mala wê ji ber ku derî venebû, gazî kilîtçêker kirin. Dema ku ketin hundir, Salman mirî hat dîtin.
Li gorî agahiyan, Özge Salman nameyek hiştiye û cenazeyê wê birine Saziya Tiba Edlî ya Amed.
Lêkolîna bûyerê berdewam dike.


