Enter your email Address

Çarşamba, Ocak 28, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

TCŞ Beşdarî Konê Şînê yê Şehîd Baran Şemerî Bûn

Edîtor: Çekdar Amed
02/12/2025 - 22:28
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 4 mins read
A A
TCŞ Beşdarî Konê Şînê yê Şehîd Baran Şemerî Bûn
ParvekeTweet

REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî konê şînê yê Şehîd Baran Şemerî bû û sonda şopandina şopa şehîdan nû kirin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Baran Şemerî (Ahmet Mustafa Hasan) ku 13’ê Çileya 2024’an li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li pêşiya mala wî ya li herêma Dewar Berazî ya rojhilatê bajarê Reqayê hat vedan.

Bi sedan şêniyên kantonê, tevahî endamên saziyên sivîl, meclisa leşkerî û nûnerên tevgerên siyasî herikîn bin kon.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Bajarê Reqayê Felek Hîlal axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî keda şehîdan ditewînin ku bi xwîna rêya azadî û rûmetê ji gelên herêmê re nîşan dane. Şehîd bingeha avakirina Rêveberiya Xweser û nirxên edalet û wekheviyê ne. Em soza xwe nû dikin ku em ê rêya wan bidomînin û hevgirtina xwe xurtir bikin.”

Hevseroka Meclisa Olî ya Kantona Reqayê Fatima Bozan bi navê Kongreya Îslama Demokratîk jî sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîd re xwest û got şehîd Ahmed giyanê xwe fedaî gel û axa xwe kirine û li ba Yezdan jî zindî ne.

Fatima Bozan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew bi saya şehîdan ewle dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em layiqî keda şehîdan bin. Divê em ji fitneyên mezhebî dûr bikevin û li hemberî planên dijber ên li ser herêmên me yek bin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Salih Hac Abdullah jî di axaftina xwe de got şehîd Ahmed rêya jiyaneke bi rûmet pejirand û soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Bi navê tevgerên ciwanan ên kantona Reqayê Musena El Ahmed jî axivî û got: “Şehîd mirovên herî birûmet li dinyayê ne, ji ber ku di rêya jiyaneke bi rûmet ji bo gelê xwe de canê xwe feda kir. Xwîna şehîdan deynek di stuyê me de ye, çawa wan ji bo me û zarokên me xwe feda kirin, em ê layiqî vî deynî bin.”

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Kewser Mihemed jî destnîşan kir ku şehîd Ahmed şervanek tenê bû, lê di dilê xwe de evîna welat û rûmeta gelê xwe hilgirtin. Keweser  dilsoziya bi nirxên ku ji bo wê şehîd bûne da û da zanîn ku xwîna şehîdan rêya jiyanê ji nifşên bê re xêz dike.

Di dewama merasîmê de endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Asya El Xerbî jî axivî û ev tişt anî ser ziman: “Em ne ji bo şîna cenaze li vir in, lê ji bo pîrozkirina fikrekî nemir li vir in. Şehîd Ahmed ji bo ku wateya jiyana azadî di me de şiyar bike canê xwe feda kir. Şehîd nayên jibîrkirin. Xwîna wê dê meşaleya rêya azadî  û rûmetê bimîne.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Nûr Rehal jî got: “Şehadeta Ahmed ne windahiyek e, lê belê ji bo me hemûyan wesiyetek e ku em têkoşîn û ala berxwedanê bidomînin. Em soz didin ku em ê dilsozên rêya şehîdan bin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ahmed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

Nivîsa Pêş

Desteya Werzîşê tamîrata stadyuma Şaredariya Reqayê dike

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Desteya Werzîşê tamîrata stadyuma Şaredariya Reqayê dike

Desteya Werzîşê tamîrata stadyuma Şaredariya Reqayê dike

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava
  • Di Maça St. Pauli – RB Leipzig Êrîşên Li Dijî Rojava Hatin Protestokirin
  • Ciwanên Suryanî li Rojava Seferber Bûn: Em ê Civaka Demokratîk Biparêzin
  • TEV-ÇANDˊê Bi Strana ‘Biparêze’ Piştevaniya Rojava Kir
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

Herî zêde hatine xwendin

  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Portugal Ji Bo Parastina Şoreşa Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Ciwanên Çand û Hunerê Ji Bo Parastina Rojava Derdikevin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Mewziyên Berxwedanê Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.