Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

Edîtor: Nucan Serdoz
02/12/2025 - 9:30
di nav Analîz, Başûr, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji pênûsa Mizgîn Dêrelûk;

Qasî em watedariya jiyanê digrin dest, watedarkirina mirinê jî ji me tê xwestin. Jiyan û mirin, 2 hevrist in, ku mîna sî û beden nikarin ji hev qut bên dest girtin. Yek hebe, ya din jî heye. Pirsa felsefîk ku mirov pêwîst e ji xwe bike li herêmeke mîna Şengal ev e: “Mirin, çawa bû çandek?” Dibe ku ev pirs, hindek mirovan matmayî bihêle, heta ji hindek mirovan re jî “absurd” re bê. Lê belê mekanê ku em niha dahurandina xwe tê de hewl didin bikin, mekaneke wisa ye ku tê de mirin bi hemû awayên xwe ji xwezayibûna xwe derketî ye. Ev gotin, ne qut e ji gotina “Li Kurdistanê, mirineke xwezayi nîne.” ya ku Rêber APO di sala 1990 de kirî. Rêber APO bi vê gotinê dahurandina wê yekê dike ku “mirina xwezayî” ya ku ji pêşveçûna temen ve hebe, nemaye li welatê me. Gava em behsa zordariya ku DAEŞê li herêmê daye meşandin dikin, lazim e “bûyera mirinê” bi şêweyê herî baldar bê destgirtin. “Mirin” çi ye û xwezayîbûna wê çi ye? Em ji hêla nojdariyê ve, di heman demê de ji hêla zanistê jî ve, dizanin ku êşên ruhî jî, westandina ruhî ya bi salan ber bi mirinê ve dibin. Ev, ne rastiyek wêjeyî ye. Ev rêalîteya heyî ye. Em mînaka peyva “qehr” bidin. Di ti zimanekî de, wergera peyva “qehr” nîne. Tu nikarî “xemgînî” û “qehr” wekhev bigrî dest. Bi tenê di zimanê Erebî de, ev peyv heye. Ev jî, jandariya rojhilata navîn îfade dike. Bi vê yekê em dixwazin bêjin ku li herêmên ku komkujî tê de bûye girekeke esasî, bi demê re melankolî tê ava kirin. Lê belê teyisandina melankoliyê li gor her herêmekê tê guhertin. Mînak, tu nikarî asta melankolî li Dersim, Helebce û Şengalê bi hev ve girêbidî. “qiyaskirin” ji hêla exlaqî û sosyolojiyê ve jî ne rast e. Lê belê em dikarin di her sê mekanan de jî melankoliya ku tê de hatiye çandin bibînin. “Melankolî” peyveke yûnanî ye û tê wateya “Galliyên reş” yanî “ava reş di bedena mirovî de.” Nojdarên berê, di Yewnana kevnar de digotin ku ew galiya reş, yanî ava reş bi demê re dikeve nava xwînê. Sedema ku zanyaran melankolî û depresiyon wekhev negirtin dest, ew e ku bawer dikirin ku melankolî, bi genan di nîfşan de jî, dikare bi şêweyekî derbasdar xwe di nîfşê nû de ji hêla epî-genetîk ve jî derbasdar bibe. Yanî ji dayik-bavekî ber bi zarokî ve. Lê cardin, me di zanista pozîtivîst de dît ku wek her tim, zanista desthilatdariyê, “pênase” ji “cewher” dûr digre, heta pênasekirinê ji cewherê qut digre dest. Gava em qala “cewher” dikin, mebesta me ew hebûna ku bi hemû aliyên xwe yên civakî û sosyolojîk jî, tê destgirtin e. Şengal, wekî her ferdek jî binav dike, rastî 74 fermanan hatiye. Di her fermanekê, hêdî hêdî komkujiyek rasterast a fîzîkî hatiye pêkanîn. Bi demê re, di cıvata mayi de, çi tê avakirin, meylên ku di bin venêrîna “nû” de çêdibin û guhertinên ku di sosyolojiyê de pêk tên çi ne, pêwîst e bi hemû rengan, bên dîtin. Em hindek tiştan şênber (somut) bînin ser ziman.

Çawa pêkan e, ku di nav civakekê de, ferdek bi mirinê, rojê sed caran bê kuştin? Me berê qala kuştina ruhî dikir, me qala “miriyên ser lingan” dikir û lêhûrbûna xwe ya esasî ji bo balkişandina mirina ku di jiyanê de her roj ji xwe pêk tê, kom kir. Ev rast in, em dizanin ku komkujiyên ruhî jî bi dîrokê re tim li ser civakan hatin ferz kirin. Lê belê ger em li gor statîstîkên fermî, yên meha cotmehê ya sala 2025ê li herêma Nînowayê biçin, em fêr dibin ku 70 mirovan, 40 ji wan Jin, xwe intîhar kirine. Di nav wan xwe-kuştinan de, şêwazên ku hatine bikaranîn, jandar di heman demê de, balkêş in jî. Bi taybetî jinên ku xwe intîhar kirine, şêwazê “xwe-şewitandinê” hilbijartin. Herî dawî, jinek ciwan a 17 salî, li navenda bajêr a Şengalê, xwe bi darekê ve girêda û şewitand. Ev ne haletek-tek e. Yanî ne buyerek “yek-carî” ye. Gava mirov sedemên xwe-kuştinê dinêre, yanî çîrokên ew mirovên ku jiyana xwe bi dawî kirine mirov rastî bûyera “eşqê” tê. Mirov wek eşq jî pênase neke, hîn baştir e. Ji ber ku ev bûyerek dîrokî ye. Di gelek civakên rojhilata naverast de, em dibînin ku “xwe-zêdekirin” kiryarek xwe-parastinê li dijî qirkirinê bû. Lê bi demê re, bi taybetî di sedsala 21ê de, ev yek veguherî girêdanbûna radîkal a ku bingeha xwe ji hîşmendiyek paşverû ve digre. Bi vê yekê em dixwazin mesela “malbatê” bigrin dest. Wateya jiyanê çawa veguherî avabûna malbatê û ev yek çawa ziyan daye mirovan, bi taybetî jinên ciwan lazim e demildest bi bingeheke felsefî û dîrokî bê destgirtin. Em wiha bifikrin, ku ji aliyekî ve, malbat zexteke pir mezin li ser ciwanê di malbatê de ava dike, ji aliyekî ve jî ew ciwan difikre ku “zewac” merheleya esasî di jiyanê de ye ji ber ku bi vê hîşmendiyê hatiye mezin kirin. “Bûyera jiyanê” jê re mîna rêyeke pir dirêj tê. Di vê rêkê de, di vî maratonî de, “noqteya qezenckirinê” wekî zewacê digre dest. Û ev noqtê wê sedî sed hebe di jiyana wî de. Ji ber wê yekê lêhûrbûn, lêgerîn heta hindek wekî “armanca jiyanê” jî digrin dest, li ser vî esasî ye. Ji ber ku “ferz” e, jê re pir girîng nayê, di kîjan temenî de bigihije vê armancê. Ev li ba hindekan di 14 saliyê de ye, li ba hindekan jî di 20 saliyê de ye. Û vê bûyerê jî, wekî “hezkirin” yan “eşq” pênase dike. Dayik û bav jî, gava ev kiryar pêk hat, dibêjin “ma ji hev hezkirin!”

Di nava civakeke ku komkujî û qirkirinên çandî li ser 24 demjimêran tên meşandin, bûyerên wisa rewşê girantir û xembartir dikin. Ev yek, bi demê re di sosyolojiyê herêmê jî bandoriya xwe ava dike. Li aliyekî, modernîteya kapîtalîst xwe bi temamî nekarî di herêmê de ava bike, lê belê ji hêla hîşmendiyê ve, tu ruh, taybetmendî û kesayetên ku beriya modernîteya kapîtalîst hebûn dibînî. Gava em li ser “kujerê kastîk” difikrin û nêçîrvanê ku xwedî taybetmendiyên fêlbaz e, difikrin em dikarin bibînin ku ev taybetmendî di roja me ya îro de, bi pênase û teyisandinên cûr bi cûr xwe didin der. Fêlbazî, di esas de şêwazê “xwe-parastinê” yê roka berê bû. Ji bo ku tu tiştekî bi dest bixî, bê ku ziyanê bibînî, fikrandin, şêwazê fêlbaziyê hildibijêre. Ev êdî bi demê re jî bû “polîtîkbûn” yan “siyaset” yanî nav ne girîng e, lê belê fêlbazî, di her mirovekî de heye. Ev li herêmê jî berbiçav e. Hebûnek wisa ye ku hewl dide bi hemû awayan xwe biparêze. Ji her tiştî. Heta heger ew tişt, erênî jî be, wê dîsa jî xwe jê biparêze, ji ber ku ezmûnek dîrokî heye. Ev “xwe-parastin” mixabin gelek caran nehîşt ku ya cewherî, ya rast xwe nêzî wê hebûnê bike. Lê belê yek paradîgma bi tenê bû muxatabê vê aloziyê. Û ev jî felsefeya APOYÎ ye. Ev, ne hema “propagandayek” e. Ev bi hemû şeklan dahurandinek rast e. Ji ber ku hem di felsefeya Ezidîtiyê de, hem jî di felsefeya APOYÎ de, jiyan pîroz e. Gava herdû hêman digihijin hev, fikra “partiyekê” dimire. Ji xwe tevgera azadiyê û felsefeya Rêber APO bi hemû şaneyên xwe îspat kiriye ku ne “partiyek klasîk” e. Ji ber ku tevgera azadiyê mûxatabê her mirovekî ye, ku xwe ji sedî yek jî dispêre azadiyê û jiyanek “din.”

Wekî me li jor jî anî ser ziman, “melankolî” berê mîna nexweşiyekê hate destgirtin, îro mîna “depresîyon” tê binav kirin. Lê belê fikra “azadiyê” îspat kiriye ku zanebûn, êşê dikuje. Tu çiqas biêşî, tu dê ewçendî êşê bidî sekinandin. Zanebûna ku li ser esasê çareserkirina pirsgirekên civakî hatiye bidestxistin, êşên civakî, bûyerên ferdî heta pirsgirekên malbatî çareser dike. Wê ewqas jî dijmin jî bi hemû polîtîkayên xwe vala derkeve. Em pêwîst e êdî fêm bikin ku desthilatdarî ger nekarîbû te fîzîkî tune bike, wê bi hemû şaneyên xwe di wê hewldanê de be, ku te hêdî hêdî ji hêla ruhî ve qir bike. Û ev qirkirin û mirina hêdî, te jî ber bi întîharê ve dibe. Ji ber vê yekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di meha borî de hemleya bi navê “Xwe nekuje, her xwe-kuştinek fermanek e” da destpêkirin. Di vê pêngavê de, rola jinên ciwan ên Şengalê berbiçav û bi hêz bûn. Ji ber ku sedî heştê xwe-kuştinên ku di nava civaka Êzidî de pêk tên, bi destê jinên ciwan tên kirin. Ji ber vê yekê, paradîgmaya me, felsefeya APOYÎ û armanc û projeyên Rêberê gerdûnî, Rêber APO herî zêde wê li Şengalê pêkan bibin. Me di dîroka tevgera azadiyê de dît, ku li cihên herî aloz, li cihên herî krîtîk ku ji mirovên asayî re “zehmet” tên, tevgera azadiyê tê de guhertin dan ava kirin. Gava em behsa “guhertinan” dikin, em qala avakirina xaniyên mezin, tirampêlên “modêla dawî” yan jî xwaringehên biha nakin. Em qala tiştê herî pîroz dikin, û ew jî guhertina hîşmendiyê ye. Li cihê ku herî zêde komkujî û qirkirinên çandî lê pêk hatin, wê encamên herî xweş derkevin, wê pêşeroja herî ronak jî durust bibe. Ji ber vê yekê, em wekî jinên ciwan lazim e bûyera xwe-kuştinê, melankolî û rewşên ruhî yên ku li herêmê tên jiyan kirin baştir tehlîl bikin. Bi nav-kirina vana bêgûman têrker nîne, lê belê asta dahurandinkirinê bêgûman girîng e. Ger pênaseya me, bi îfadeya me bû yek, wê di jiyanê de jî guhertinên muezzem pêk bên û Şengal bibe warê ku xwesertî lê mezin hatiye nivîsandin e.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêşbirk di Roja Duyemîn a Lîga Dibistanên Reqayê

Nivîsa Pêş

Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle kir

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.