WAN – Ciwanên welatparêz ên taxa Kevenlî ya navçeya Îpekyolu ya Wanê duh êvarê 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.
Ciwanên welatparêz ên taxa Kevenlî ya Wan’ê ji bo pîrozkirina Roja Berxwedana Neteweyî li deverên cuda yên taxê poster û pankartên Rêber APO daliqandin. Ciwanan diyar kirin ku heta Rêber APO azad nebe ew ê ranewestin û dirûşmeya “Em disa dibêjin hezar carî jî bêjin sersalême pîroz be”.



