QAMIŞLO – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz îro li bajarê Qamîşloyê ji bo pîrozkirina Roja Têkoşîna Neteweyî meşek girseyî lidar xist. Meşa ku li Kolana Erbe Şewar dest pê kir, heta Stadyuma 12ê Adarê berdewam kir.
Xwendekaran di tevahiya meşê de bi qîrîna dirûşmeyên cûrbecûr beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran bi coşek mezin Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kirin, dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîr kirin.
Di çalakiyê de posterên Rêber Apo û alên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, her wiha alên QSD û PKKê jî hatin hilgirtin. Meş bi govendeke li ber stadyûmê bi dawî bû.


