TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê, bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) meşekî erebeyan lidarxistin. Ciwanên Tebqa û ciwanên penaber ên Efrînê tevlî çalakiyê bûn.
Meş li ber Navenda Agirkûjî destpêkir û di kolanên Tebqayê de geriya. Ciwanan bi coş dirûşmeyên şoreşgerî berz kirin û alên Rêber Apo û alên PKK hildan.
Meşa erebeyan li kampa penaberên Efrîn bi şahiyekî bi dawî bû.



