REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê, bi boneya salvgera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyekî li dar xist.
Çalakî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre Omer Mihemed li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û qala dîrok û têkoşîna PKK kir.
Hîlala Zêrîn û Desteya Çand û Hûner hunerî û çandî pêşkêş kirin ku ji hêla temaşevanan ve baş hatin pêşwazîkirin.
Şahî bi govendên gelêrî yên kevneşopî yên ku giyanê mîrat û beşdariya civakê nîşan didan bi dawî bû.



