NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hatiye avakirin, tê payîn ku di 26ê Mijdarê de bicive û rojeva wê hevdîtina bi Rêber Apo re be. Ger komîsyon bicive, endamên komîsyonê yên ku diçin Îmraliyê dê di civînê de hûrguliyên hevdîtina xwe ya bi Rêber Apo re parve bikin.



