QAMIŞLO- Li Qamîşloyê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger bi çalakiyên li du taxên cuda Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kirin da ku salvegera damezrandina PKK’ê bi bîr bînin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamîşloyê, ku li komuna Şehîd Semîra kom bû, bi kesên ji Efrîn koçber bûn re pîrozbahiyek li dar xist. Bi dehan beşdaran eleqeyek mezin nîşanî pirtûk û broşûrên li ser jiyan û têkoşîna Rêber Apo dan ku ji hêla jinên ciwan ve di çarçoveya kampanyaya “KOM BIBE” de hatine belavkirin. Jinên ciwan her wiha naverokaa kampanyaya ji şêniyên komunê re şîrove kirin. Pîrozbahî bi agir pêxistin û girtina Dîlanê bi dawî bû.
Şahîyek din li bajêr ji hêla Ciwanên Şoreşger ve li taxa Hileliyê hate lidarxistin. Şêniyên taxê û ciwan li Dibistana Şehîd Mustafa Gulo kom bûn da ku Roja Berxwedana Neteweyî pîroz bikin. Ciwanên ku beşdarî şahiyê bûn, girîngiya Roja Berxwedana Neteweyî tekez kirin û diyar kirin ku PKK hebûna gelê Kurd îspat kiriye û misoger kiriye. Çalakî bi girtina Dîlanê bi dawî bû.
Hat ragihandin ku pîrozbahiyên ku li Qamîşloyê di çarçoveya Roja Berxwedana Neteweyî de têne lidarxistin, dê heta 27’ê Mijdarê berdewam bikin.


