STENBOL – Yekîneyên YCWK Stenbolê ragihandin ku ew 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî bi pankart û tabelayan li taxa Hacıahmet a Beyoğlu pîroz kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên YCWK Stenbolê 27’ê Mijdarê Pîroz Kirin
Yekîneyên YCWK Stenbolê 27’ê Mijdarê, Roja Berxwedana Neteweyî ya gelê me, li taxa Hacıahmet a Beyoğlu bi pankart û tabelayan pîroz kirin.
27’ê Mijdarê, roja damezrandina Tevgera Azadiyê, vejîna gelê Kurd ji xweliyên înkar û wêrankirinê nîşan dide. Dema ku em dikevin saleke nû ya têkoşînê, em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber Apo, afirînerê vê rojê, bibin yek û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Wekî YCWK, em vê derfetê bikar tînin da ku 27’ê Mijdarê Roja Berxwedanê li hemû ciwanên welatparêz û gelê xwe pîroz bikin û di sala nû ya têkoşînê de ji wan re serkeftinê dixwazin.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê


