KOBANÊ – Ji bo bîranîna şehîdên meha mijdarê, ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Firatê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li hola Çand û Huner a Baqî Xidoyê, merasîmekî hat li darxistin. Di bîranînê de bi sedan dayîk, bav, xwîşk, bira û zarokên şehîdan amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Piştî wê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Mihemed axivî, soza şopandina riya şehîdan da û got: “Îro em bi saya şehîdan li vir in, em bi şehîdên xwe mezin dibin, em zêde dibin. Em ê xwedî li wan şehîdên ku di nava bajarê Kobanê de şehîd bûn.”
Piştî wê jî ji aliyê malbatên şehîdan ve mûm li pêşiya wêneyên şehîdan hatin pêxistin û dîmenekî li ser jiyana şehîdan hate temaşe kirin.
Îslim Cemîl, dayîka şehîd Amara û şehîd Gerîla axivî û got “em ê li ser xeta şehîdên xwe bin, ji ber xeta şehîdan jî me ber bi serkeftinê ve dibe, em ê heta dawiyê weke malbat xwedî li mîraseya şehîdan derkevin”.
Herî dawî wêneyên şehîdan li malbata wan hatin belavkirin, şehîd bi dirûşme û stranên şoreşgerî, hatin bi bîranîn.



