FRANKFURT– Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşer) jinên li çar aliyên cîhanê hatine qetilkirin bi bîr anîn.
Di çarçoveya roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de, wêne û çîrokên kurt ên jiyana jinên kuştî li seranserê Rathenauplatz a Frankfurtê hatin daliqandin.
Jinên ciwan ên endamên TekoJINê daxuyaniyek kurt dan û gotin, “Şîdeta li dijî jinan polîtîkayeke dewletê ye. Ji ber vê yekê, em jin tenê bi rêxistineke xurt dikarin vê şîdeta li dijî mêran û şîdeta dewletê rawestînin.”
Her wiha wan diyar kir ku jinên ciwan li dijî şîdeta heyî pêvajoyeke seferberiya rêxistinî ya xurt dane destpêkirin, û di xwepêşandanê de gelek belavokên ku behsa şîdeta li dijî jinan dikin hatin belavkirin.



